Ji bo ku em vê jiyana malxirab karibin ji hev re bibêjin gerek em binivîsin. Nivîsandin baş e lêbelê pirsgirêkeke me heye. Ew ji ku em nikarin derd û elema di dile xwe de bi zımanê dayika xwe binivîsin.
Gerek em perverde bibin û pişti ku em perwerde bûn jiyana xwe û a gelê xwe binivîsin.
Kêm û elema di nav dile me de maye ancax em bi nivisandinê kari bin safî bikin. Ev jiyana malkambax ancax binivîse vere safi kirin.
Pênûsa di destê me de ,lênûska li ber me tim û daîm ne daxwaziya dile me nivîsandiye. Pişti heftsaliya me mejiye me ketiye bin bandora nenasîyê. wateya jiyana me hindabuye. Em ji em’itiye derketine bûne ew.
Zımanê me ji bu ew’itiye ziviriye.
Penûsa me lenûskame bi zimanê ewitiyê nexşandiye.
Birastî me vê meşê vek meşeka rast kabûl kiriye û em çûne.
Gava em hinbûn kû em kî ne!
wek serê me li serderka derî bikeve,weka ku erdlerz çebibe em matmayî man.
Me kesayetîya xwe nazkir, lêbelê me nikaribû derde xwe indî bi zimanê xwe bînin ziman.
Ve gavê em di navbereke zimane xwe û e wan de du dil mane. Zaninbûna ku em zimane xwe dizanin têra me nake,tiştê ku em bi zimanê biyanî karin bêjin jî derdê me derman nake!
De vere înca “vî kerî di vî guherî de derbas bike.”
Li gorîya peymanê gerdunî her gel xwedî maf e ku hînê zimane xwe yê zikmakî bive. Lêbelê hin xelqê xwedîdevlet bi zilm û zorê,gava wisa nebuye jî bi hîle û gelaşîya zimane gel ê bindest jê veşartiye û diziye.
Nehiştiye ku ew xwe naskê û vî jî huner,çand,zıman û urfe vî dûr kiriye.
Hûn dizanin kurteçîrokek heye. Belki mesel be jî. Dibêjin ku rojek yek li yekî dixe.Bi kulma dikeve ser laşê wî û kute xwe li bin zikê wî datîne. Ew çika lêdixe ê ku lêdan dixwe dibêje ay pişta min!
Mêrik şaş dimîne û jê dipirse; Lo lawo ez li zikê te dixim tu dibêjî ay piştamin!
Êv çiye?
Ê bindest serê xwe radike û bersiv dide.
- Kuro ku pişta min hebûna,ku xwedîye min hebûna kê te karibû wisa limin bixista!
Birastî jî ku pişteka mirov tinebe.Mirov bêçare dimîne heta ku kêr bigîje hestî.
Gava ku kêr gişte hestî ku mirove çê derkevin holê, wê hingê hin tiştê baş jî bixwe dertên holê.
Piştî vê yekê jî gere mirov xwe nexe ciye gayê sor!
Gerek jibo her tiştî yek jimurovre nebeje “deh.”
Mirov jî ji ber xwe ve fahm bike hin baran deyne ser pişta xwe. Ev yek ji wan yeka jî perwerdeyî ya zimanê.Mirov gere xwe hînî zimanê xwe bike.
Vî zemanî gerek derfet derketine holê. Îndi mirov kare pirtûk û ferhenga zimanê xwe peyda bike. Xwedê jiwan razibe hin însanên kedkar serê xwe êşandine û ji bû me belaşçîya pirtûk û ferhenga nivisandine.
Ji me re dimine ku indî em dixwe re bibînin ku tiştê wan camêra nivisiye em fer bibin, bixwinin.
Ê indî ji bûna vî jî “dehbûnek” ne lazim e!
Kurdi Der du gav û nîv nezî we ye. Herin Atolyeya û xwe hinî zimanê xwe bikin.
De rabin!