Aşîtî hezkirin e
Hezkirin evîn e
Evîn jiyan e
Jiyan aşîtî ye
Aşîtî mirovahî ye
Mirovahî bratî ye
Bratî yekîtî ye
Yekîtî aşîtî ye
Aşîtî dêmukrasî ye
Dêmukrasî wekhevî ye
Wekhevî hêvî ye
Hêvî aşîtî ye
Aşîtî hebûn e
Hebûn serxwebûn e
Serxwebûn azadî ye
Azadî aşîtî ye
Win nexwazin bindestî
Jibo nebin komek hestî
Werin bibêjin bi serbestî
Her û her bijî AŞÎTÎ
BİSEKİNÎNİN
Bisekinînin, vî şerê bi qirêj û gemar
Bisekinînin, hê ku ne buye derengî
Dibe ku sibê, pir dereng be hewar
Çawa dest pêbikim, nizanim çi bêjim
Rast naçe çima? Ji çavan xwîn dirêjim
Ew dijîyan li welatê, qedexe kirî
Min bihîst roj limin bu şev, çav vekirî
Sê bira bun, Salih û Sedîq û Sadî
Bi ware bu Sedat, me çi dî û çi nedî
Sê bira û Sedat, bi hevre bubun bira
Her çar bira bi hevre, bun xwarina gura
Çar bira çar çira, bi hevre çun mirinê
Bo aştî û wekhevîyê, ketin gola xwînê
Bisekinînin, vî şerê bi qirêj û gemar
Bisekinînin, hê ku ne buye derengî
Dibe ku sibê, pir dereng be hewar
Bi ware hebu, evîneke her dijwar
Herdem bo wa zivistan bu, nehat bihar
Gul vebun bune gulxwîn, bîn vedan
Bîn vedan, her wekî bêhna şehîdan
Ev çi zilmek bu, bê keys û bê qeys
Çar bira çar dil şêr, jîr û heyf
Dikim nakim, qet ji bîra min naçe
Bi çuna çar bıra, tê ber çavêmin Helebçe
Bisekinînin, vî şerê bi qirêj û gemar
Bisekinînin, hê ku ne buye derengî
Dibe ku sibê, pir dereng be hewar
Bijan Hesarî me ez, rondika dirêjim
Ne ziman dirêj im lo, serbest dibêjim
Dibêjim, ezê bêjim û hêjî bibêjim
Bes xwîn birêjin û cardî dibêjim
Bisekinînin, vî şerê bi qirêj û gemar
Bisekinînin, hê ku ne buye derengî
Dibe ku sibê, pir dereng be hewar
Bijan Hesarî
2010, 3’ê Gelavêjê
Next