Ku mirov bixwaze gelekî an jî netewekî nas bike an jî bide nasîn dê mirov çi bike? Yek din gelo gel an jî millet bi çi awayî tên nasîn?
Wek  ku em tev dizanin bersiva van pirsa pir hêsan e. Ji ber ku nasîna gelan pir ne pirsgirêk e. Gel;
 Bi erdnîgariya xwe,
Bi diroka xwe,
Bi zimanê xwe tên nasîn.
Lê a herî girîng bê şik zimane. Qewmek an jî milletek dibe ku ji erda xwe, ji xaka xwe hatibe dûr kirin an ji dûr bûbe. Dibe ku bê welat mabe. Lê ev kêmasî wî gelî nakedîne, tune nake. Dibe ku endamê gelekî diroka  xwe jî baş nizanibe. Ev kêmasî jî wî qewmî tune nake. Lê ku netewek zimanê xwe ji bîr bike ev dibe sedemê tunebûna wî qewmî!
Kurd di dîroka cîhanê de qewmekî herî kevnarene. Tu car ji xaka xwe dûr neketine. Her tim xwestine ku azad bin. Lê azadiya kesayetî teybet dîtine. Yekîtî ji bo wan her dem pirsgirêk bûye. Lê tevlî vê kêmasiya mezin jî tu car çand û hunera xwe, kevneşopiya xwe jibîr nekirine.
Ji ber ku bi xwezayê ve têkildar bûne bêtir bi xwezayî xwe parastine. Di diroka xweya bi hezar salande li ser nivîsê pir nesekinîne. Gotinê xwe bi kulaman, bi çîrokan, bi şîretan ji hevre gotine û jiyana xwe berdewam kirine.
Lê çika diçe dinya bi pêşdikeve. Tekildarî zêde dibe. Jiber vê yekê pêwiste ku her gel kevneşopiye xwe, mîratê xwe, xwezayetiya xwe li gor rewşê bidomine û bi parêze. Ev parastin jî pêwiste ku bi nivîskî were cih.
Ji bo ku gelek hebûna xwe bi parêze. Di serî de gerek zimanê xwe bi parêze. Ji bo ziman were parastin jî divê ku ziman bê nivîsandin û gel bi perwerdekirinê ziman hînbibe.
Li ser rûyê dinyayê çiqa diçe zimanê gela hindik dibin. Jibêr ku gel nikarin zimanê xwe bidin hînkirin û biparêzin her ku diçe zimanê gelek milletan tune dibin.ji ber wî awayî saziyan Milletan ji bo ku ziman hunda nebin alikarî dike.Ziman wek mîrata dinyayê qebûl dike û dixwaze ziman zindî bimînin.
Li ser rûyê dinyayê nezikî bist milyon Kurt hene. Piraniyan wan li ser xaka xwe dijîn lê belê xaka wan dinav sînorê çar dewletan de maye. Her dewlet jî dixwaze ku bandor li ser zimanê wan bike û wan asîmîle bike. Faris bi Farisî, Tirk bi Tirkî, Erep bi Erebî xwesteka serdestiyê dikin.
Her çiqa ku mafê zimanê zikmakî mafeke cihanî û xwezayî bê qebûlkirin jî ev maf ji alî dewletên bi hêz ve tê xwestin ku li ser kaxiz bimîne. Ji ber vî awayi mafên ku gel bi zimanê xwe perwerde bivin nadin.
Tevlî vê rewşê jî kurd bi hezar salan zimanê xwe parastine û heta vêga anîne.Ji bo ku bandora li ser zimanê wan çêbûye berteraf bikin pewiste ku bi giranî li ser perwerda ziman bisekinin û lêkolînê zêde bikin.
Perwerde ku bi heman şeklî liher derî were meşandin wê gel zûtir û zêdetir ji hev fehm bikin.Wê parvekirin herî zêde bive û tunebûna ziman jî ji holê rabibe.
Ên ku têklatiya netewê û ziman baş fehm kirine û jiyana xwe di vê rêyêde fedakirinê gelekin. Lê dinav wan de en ku qet neyên ji bîr kirin Bedirxanî ne.Malbata Bedirxaniya jiyana xwe li derveyê welat bihartine. Keda wan nayê jibîr kirin.
15’ê Gulanê roja cejna zimanê kurdî ye. Sala 1932’an de Li Şamê kovara “Hewar” tê weşandin. Kedkar wek tê zanîn Celadet Ali Bedirxane. Ji ber wî awayî ev roj wek cejnê hatiye qebûl kirin. Em jî vê roje pîroz dikin.
Daxwaziya me ew e ku tu gel bê ziman nemine. Zimanê zikmakî li tu dereke cihanê di bin bandora tu kesî de nemîne. Zimanê kurdî di demeke nêz de bibe zimanê fermî û perwerde pê were kirin. Çunkî ziman jiyana netewî  ye. Bê ziman netew nayê parastin.