Xwedaber benim ilk romanım. İlk romanım olmasına karşın bugüne kadar yayınladığım beş kitabın dördüncüsü. Bu kitabın iki özelliği var benim için. Birincisi araştırma ve inceleme dışında yazdığım ilk kitabım ve ilk romanım. İkincisi ve önemli özelliği ise Kürtçe yazdığım ilk kitabım. Kürtçe anadilim ve edebiyat alanında ilk çalışmamın anadilimde gerçekleşmiş olması benim için övünç kaynağı.
 
Xwedaber (fahişe) aslında hem yazılan dil açısından hem de konusu itibariyle değişik bir kitaptır. Kimsenin yanaşmaya cesaret edemediği konuları işlemeyi uygun gördük. Fahişelik sisteminin nasıl döndüğü ve bu yaşantıya bulaşanların yaşamlarının anlatıldığı içinde erotizmin sansürlenmediği bir kitap. Bu nedenle cesur bir yapıt ancak eleştiri almayı da göze aldığım bir kitap.
Belki de bu eleştirilerden kaçınmak için romanın kahramanlarına verdiğim isimler uzak diyarlardan geldi. Bir tek tanıdık isim vardı o da Xelat ismiydi. Geçen sene Diyarbakır Kitap fuarına yetiştirme çabaları nedeniyle bir takım eksikliklerle basılan buna rağmen fuara yetişen bir kitaptı. Kürt edebiyatı konusunda uzman yazarlarımızın görüş ve düşünceleri benim için merak konusuydu ancak bugüne kadar kitap hakkında görüş yazan pek çıkmadı. Bire bir konuşmalarda değerlendirmeler ve olumlu düşünceler almama rağmen yazılı olarak eleştirisi yapan yoktu. Bu durum bu hafta değişti. Kürt edebiyatını ve romanını yakından takip eden Kürt yazarlar ve eleştirmenlerimizden olan Lokman Polat Xwedaber adlı romanım hakkında zahmet edip iki sayfalık bir eleştiri yazdı. Yazar arkadaşlardan eleştirinin yayınlandığını duydum ve merakla okudum. Öncelikle eleştirmenin belki de önümü açmak için yazdığı satırlar karşısında mahcup olduğumu ifade edeyim. Kitabımı Kürt romanları içerisinde ilk yirmi kitap arasında değerlendirdiği konusundaki belirlemesi ise beni gururlandırdığı kadar sorumluluk altına da soktu. Bu durum yeni bir roman daha yazmamı gerektiren bir sorumluluğa neden oldu. Kulturname adlı sitede yayınlanan eleştiriyi okurlarımız merak ederlerse okuyabilirler. Ben bazı bölümlerini sizlerle paylaşmak istiyorum.
Dilerim bütün yazar arkadaşlarımız  bu durumdan esinlenerek yeni eserler verirler. “Dema ez diçime Stenbolê û Amedê, ez di dikanên pirtûkfiroşan de û li nav refên weşanxaneyan de li pirtûkên kurdî yên nû, berhemên nivîskarên kurd yên nû digerim. Ez zanim ku gelek nivîskarên kurd yên nû pirtûkên xwe yên yekem weşandine, lêbelê ji bo ku kes behsa wan nake û herweha weşanxaneyên kurd jî anonsa –îlana – wan naweşînin lewre jî haya xwendevanên wek min ji wan çênabe. Loma jî bi lêgerîna xwe ez rastê gelek pirtûkên kurdî yên nû hatime.
Nivîskarê kurd Nîhad Ekîncî jî yek ji van nivîskarên kurd e ku pirtûka xwe ya bi kurdî a yekem weşandiye. Lê hetanî niha kesekî pirtûk nenirxandiye. Çi nivîs/gotarên kurdî yên derbarê pirtûkên kurdî de derdikevin, ez dixwînim. Ez bi rêkûpêk tevahiya malperên kurd û kovarên kurdî yên elektronîk û matbu dişopînim. (Gelî xwendevanên kurd destên xwe bidine ser wijdana xwe, hetanî ku we ev gotara min nexwendî, we navê vî nivîskarê kurd û navê romana wî ya bi kurdî bihîstibû? We qet li cihekî dîtiye ku weşanxaneyê anonsa –îlana – vê romana kurdî weşandiye? We dîtiye ku rexnegirekî edebiyata kurdî ev roman nirxandiye, şîrove kiriye û bi bereferehî analîza vê romanê kiriye? Ez dibêjim na..Hûn jî bersîva van pirsan bi xwe bidin û binêrin bê çi qasî pêwîstî bi rexnegirên edebiyata kurdî heye.)
Romana Nîhat Ekincî ”Xwedaber” di nav weşanên ”Do”yê de derketiye. Pirtûk 158 rûpel e. Edîtor û herweha serrastkirina pirtûkê ji aliyê Huseyîn Gunduzî ve hatiye kirin. Pirtûk di Gulana 2012yê de derketiye. Derbarê nivîskarê romanê Nîhat Ekincî de tu agahdarî tune. Nîhah Ekincî kî ye? Ji kû ye? Berhemên wî yên din henin, tunin? Ev jî nîşana amatoriya weşangeriya kurdî ye.
Dema min roman girt destê xwe ku bixwînim, ez fikirîm, gelo ”Xwedaber” çi ye? Tê çi maneyî? Min texmîn kir ku ev peyveke çêkirî ye. Di kurdî de hinek peyvên çêkirî cih girtin lê hinek jî cih negirtin. Wek mînak; peyva ”Malper” peyvekî çêkirî bû û di kurdî de cihê xwe girt, ket nav lîteratura kurdî  û niha hemûkes bi kar tînin.
Belê, ”Xwedaber” çi ye? Tê çi maneyî? Min nizanibû. Min di înternetê de li ferhenga kurdî mêze kir, ev peyv di ferhengê de tunebû. Min ji çend kesan û du nivîskarên kurd pirsî, wî jî nizanibû. Min ji Huseyin Gunduzî pirsî, wî maneya peyvê got. Li ser vê peyva nûçêkirî ez fikirîm, bi rastî jî kurd – herçiqas tê gotin ku qebe ne jî – rewşenbîrên wan neqebe ne. Nazik in, narîn in, zîz in, dilrehm in, humanst in. Binêrin; maneya peyva ”Xwedaber” di tirkî de gelek xirab e, însan rendîce dike, weke sucdariyeke şermezariyê ye. Lêbelê di kurdî de neweha ye.
Maneya peyva ”Xwedaber” di tirkî de ”Qahpe” ye, ”Oruspu” ye. Ji jinên kedkarê seksê re ev gotinên ricû yên nebaş têne gotin. Di sînema tirkan de fîlmek çêkirin û navî ”Vurun Qahpe ye – li qahpeyê xin” danîn. Kurdê ku vê peyva nûçêkirî dîtiye û bi kar aniye, bi min navekî nexirab ji bo kedkarên seksê dîtiye. Ev peyv di lîteratura edebî ya kurdî de were karanîn baş dibe. Min heta niha di berhemên xwe de qet peyva ”qahpe” bi kar nanî, min di çîrok û romanên xwe de peyva ”Kedkara sexsê” bi kar aniye.
Niha em vegerin naveroka romanê. Lê beriya wê ez dixwazim anekodekê pêşkêş bikim. Dema xwendevanekî kurd di rê de bi tesadufî rastê min hat û bi meraq pirtûka destê min girt û lê nêrî, wî got : ”Binêr di berga vê pirtûkê de jinek tazî a bedew heye. Te di çîrok û romanên xwe de nexş û sahneyên erotîk pêşkêşê xwendevanan kirin û ev jî ji bo nivîskarên kurd yên din – û bi taybetî yên nû – bû remza netirsiyê. Êdî ew jî di berhemên xwe de nexşên erotîk raberê xwendevanan dikin.” A rastîn, ez difikirim ku min baş kiriye ku di çîrok û romanên xwe de nexş û sahneyên erotîk rave kirine.
Di cîhana romana Nîhat Ekinciyî ”Xwedaber” de jineka xwedaber bi nexweşiya sedsala nû dikeve û ew dixwaze ji bo mirovatî jê ders bigre vê jiyana malxerab bi gel re parve bike. Di vê jiyana malxerab de keçên delal, panpanokên seksê, karên qirêj û curecure fantaziyên derbarê pevşabûnê de hene.
Roman ji hêla navên leheng, fîgur, cih, war, bajar û hwd, herweke ku romaneke Çînî/Japonî/Koreyî/Wîetnamî ya bi kurdî be. Navê bajarê ku qada romanê ye ”Po” ye. Navê hinek leheng û fîguran Sîn, Şîn, Son, To, Ho û hwd, ne.
Di struktur û honandina romanê de hinek qelsî hene. Di romanê de beş tunin. Hinek sernav hene û di bin wan sernavan de çîrok û serpêhatiyên cuda têne rave kirin. Di romanên klasîk de û di hinek romanên postmodern de jî sernav hene, lêbelê beş jî hene.
Roman di hêla taswîran de gelek dewlemend e. Zimanê nivîskar jî zimanekî edebî ye, zimanê romanê ye, baş e, serketî ye. Herçiqas ev romana nivîskar Nîhat Ekinciyî a yekem e jî, (Ez dibêjim a yekem, dibe ku romanên wî yên din jî hebin û haya min jê tunebe.) Ez di vê bîrûbaweriyê de me ku, Nîhat Ekincî dê bibe romannivîserekî kurd ê gelek serketî.
Belê romana Nihat Ekinciyî romaneke serketî ye, lêbelê navên leheng û fîgurên ku di romanê de ne qet nebaş in, nexweş in, tewş in, li romaneke kurdî naquncin.
Di gel hemû cure kêmaniyan jî, romana N. Ekinciyî romaneke serketî ye. Lê heger di şûna navên asyayî de navên rojhilata navîn, navên kurdî û tirkî, farisî, erebî bana dê hîn serketîtirbana. ……………………………………………………………………………………………………………Di romanê de Xwedaber – kedkarên seksê – hezarûyek fen û futên şadimaniyê, pevşabûnê bi kar tînin. Jiyana Xwedaberan tê ravekirin. Xwedabera serlehenga romanê Sîn ku li pey tolhildanê ye dibe qehbika kardar û paşê jî dibe xwedî fabrîqeya kardar. Evîndarê wê Ho jî jiyaneke zor û zahmet dikşîne û paşê bi keça kurd a gundî re dizewice.
Herî baş ev e ku; xwendevanên kurd vê romana serketî bixwînin û ji tevahiya romanê hayidar bibin. Min hetanî ev roman nexwend min nizanibû ku navê Lezbiyen di kurdî de panpanok e. Diyar e ev jî navekî çêkiriye, lê navek xweş e. Edebiyatvan/zan bi navên nûçêkirî lîteratura edebî û herweha zimanî dewlemend dikin.
Weke ku – ji bo bal bikşînim ser – min çend car dubare jî kir, ez dibêjim navên ku di romanê de ne li bejnûbala romanê nayên, lê naquncin. Heger ev roman li tirkî were wergerandin yan jî çapa wê ya duyem a bi kurdî were çap kirin, divê ji xeynê navê Xelat tevahiya navên din werine guhartin.
Ev roman dikare bibe fîlmeke baş. Heger ez fîlmçêker bama min ê fîlma vê romanê çêbikira. Bi min divê ev roman li zimanê din jî were wergerandin.
Li gor zanîna min a derbarê edebiyat û romanê de, ango li gor dîtina min romana Nîhat Ekinciyî ”Xwedaber” bi hemû awa û cureyên xwe romaneke baş e, serketiye. Kurdiya wî baş e û zimanekê edebî ye. Naveroka wê baş û balkêş e. pêveçûn û bi hevûdu ve girêdana bûyeran di romanê de gelek baş hatiye honandin. Dîmenên erotîk û sahneyên pevşabûnê yên ku di romanê de ne, pir baş û xweş in, bi coş in. Min ji vê romanê hez kir û ez wê dixime nav bîst romanên kurdî yên serketî. Romanên weha serketî edebiyata kurdî û herweha romana kurdî dewlemend dikin.”