KÊFXWEŞÎ  Û  XEMGÎNÎ
 
                           Wek tê zanîn 15’ê gulanê “cejna zimanê kurdî” ye.
                                  
                                   Em bi coş û bextewar in, hezar aferim ji wan re, ji wan merivê ku vê cejnê afirandin..
 
                                   Lê digel vê coş û kêfxweşbûnê ez xemgîn im jî.
                                   Bo çî?
 
                                   Derdên min giran e, lê divê ez vekim hinek, vekim û bi were parve bikim,  da ku li gorî rewşa xwe ehtimale hûn jî jê sûd wergir in:
 
                                 Ez bavê 3 zarok û xwedî 5 nevî me. Sedem ku rehmetîyê bavê min Hecî hêj di dibistana lisê de ez zewicandi bûm,  zarokên min jî zû çê bûn, hema hema em bi hevre mezin bûn. Neha keça min a mezin Rûken’ê 41 salî ye. Kurê min jêhat jî dû sal jê biçûktir e. Zelal biçûkê herdûkane, ew jî di temena xwe yê 35 salîye de ye. Her sê zarokên min jî li ba min mezin bûn, ji lewma her sê jî ji hêla zimanê dayîk ve ne xwedî pirsgirêk in, her sê jî pir xweşik bi kurdî di axivin. Lê mixabin ji bilî Hêlîn’a min ê delal (ku ana 16 salî ye) ; nevîyên min ên dî Hêja, Dilvîn, Baran û Ulaş (ku xwedî yê van navên xweşik in jî)  yek ji wan jî bi kurdî nizanin bi axivin, heyhat!..
                                   Hezar heyf û mixabin..
                                   Ma qey ev derdeke hindek giran e?
                                   Lê sedem çi?
 
                                   Li ser vê meselê me pir nîqaş û gengeşe deraniye, sedem ev e: Piştî ku zarok mezin bûn û ji min veqetiyan û bûn serbixwe di wê pêvajoyê de pirsgirêk jî destpêkir. Dê û bavên wan Ji hêla hînkirina zimanê kurdî de biser neketin. Bersivan tim û tim eve: “Li Stanbol’ê em dijîn, em çawa bikin,  zarok bi roj an li dibistanê, an jî di sitê de dileyiz in, derdorên wan, heval û hogirên wan tev tirk in, sedem vê yekê em bi sernakev in..”  
                        Belê, bersiv û argümanên  wan ev e. Heke hinek rastî tê de hebin jî lê kemasî û derew jî hene. Wek çawa; li metropola her çiqas derdor, heval û hogirên zaroka tirk bin jî lê heke dê û bav di nav mal de bi gedên xwe re bi zimanê kurdî bi axivin nîsbeten ev problem bi giranî  dê ne hata heya îro,  dê hinek sivik bi bûna.
                        Bi kurtasi em dikarin bêj in ku di warê zimanê zikmakî de rewşa nifşê (nesil) nû,  mixabin bi vê hawe ye. Ev pirsgirêk jî derdeke mezin e.
 
                        Neha li Tirkiyeyê bi taybetî li metropola (bila tu kes xwe ne xapîne) kurd bi giranî bi tirkî di axivin. Ev yek ji bo pêşeroja kurdan rewşeke xeternak e. Gere em qabûl bikin ku di roja îro de kurdî  bi awayeke giranî,  tenê li deverên gundewar tê axaftin. Her çiqa bi zêdehî gilîyên me ji malbatên  li metropolan ku dijîn hebin jî,  lê mixabin aşkere ye ku di roja îro de li mal û kolanên bajar û bajaroka Kurdistanê de jî zarok ekserî bi tirkî di axıvin. Ji vê gotinê re îtirazê kî he be bila derê pêş!
 
                        Her çiqas em dibên  axaftin û axaftin jî,  lê ev yek ne bes e. Bêjê çima;  lew re zimanek,  tenê bi axaftinê nikare xwe li ser piyan bigire. Heya ziman nebe zimanê perwerdehî û çandê ji talûkeya mirinê nafilete. Çimkî tenê zimanê devkî û gotinkî ne zimanê mayînde ye; mayîndebûn û pêşketina zimên encax bi zimanê “nivîskî” pêk tê, ango herdu bi hevre.
 
                        Bê güman ez zimanzan nîn im. Lê dîsa jî di encam de dikarim vî bêj im: Wek tê zanîn li Tirkiye’yê meseleya kurdan meseleyeke siyasî ye. Heta ev pirsgirêk çareser nebe, ya zimanê kurdî jî bi hêsanî çareser nabe. Çimkî her du bi hev ve girêdayî ne, beyî hev nabin, ji hev na qetin.
 
                        Di salên buhûrî de li Amed’ê ez pejdarê konferanseke zimanê kurdî bubûm. Ji bîra min qet naçê, dîtin gotarvanek wiha bû: “Heke zimanê şoreşa Bakur bi kurdî bûya, rewşa niha a zimanê kurdî dê ne wiha bûya. Lê mixabin ev rastiya me ye. Dive em vê rewşa xerap biguhêrin.”
 
                        Belê, îro û heftêyên ku em têde ne, cejne;  cejnê zar û zimanên me yên şêrin e.  Di dawiyê de,  spasiya xwe  ji wan merivan re dikim ku bi ked û xebatên xwe vê rojê pîroz diyariya me kirin e. Li vir ez dixwazim ku bang li rêxistinên siyasî, li saziyên sivîl, li rewşenbîr û siyasetmedarên xwe, bi taybetî li dayîk û xortên kurdan bikim:
 
                        Bİ ZİMANÊ KURDÎ BİAXİVİN Û BİNİVÎSİN,
                        Çİ DİKİN BİKİN..
                        BİLA ZİMANÊ KİRİNÊN WE KURDÎ BE
                        Û EV ROJ Lİ VE PÎROZ BE!