Silav ji we xwendevanên hêja re. Îro ez di nav hiseke bi coş, bedew û bêpayan de me. Ez vê coş û hisa xwe nizanim çawa bînim ser zimên. Eger hûn bibêjin çima? Ez ê bibêjim bela ev nivisa min a yekemîn a bi Kurdî ye. Ev nivîsa min a yekemîn bi zimanê dayîka xwe ya ku dinivîsim. Belê ez di nava coşeke bedew de me, ji bona ku heya îro xeyala min bû ku ez bi zimanê dayîka xwe yî ku tenê bi Kurdî di peyîve û tenê bi Kurdî difikre dinivîsim. Belê ez vê jî zanim ku ez pir dereng mame bi zimanê dayika xwe binivîsim. Lê belê qismet ji bo îro bû. Weke ku min li sernivîsa xwe jî nivisiye, ev nivîsa min a yekemîn, ji dayika min û hemû dayikê gelê Kurd re diyarî ye. Ev dayîkê me pir pîroz in, eger ne ji van dayîkên me yî fedakar bûna, îro ev zimanê gelê bindest jî ew ê ji zû ve hinda bibûna. Sîstemê ji bona vî zimanê bedew ku li ser rûyê dinê rake, serî li her tiştî xist. Lê belê tiştê herî girîng ji bîr kiribû ku bikin nekin nikarin vî zimanî hinda bikin? Ew jî bi saya: “Dayikê me yî pîroz bû.” Îro pir xort û jin li malê Kurd bi zarokên xwe re tenê bi Tirkî dipeyîvin û xwesteka asîmîlasyonê tînin cî. Lê belê dîsa ew dayîkê me yî pîroz digihîjin hawara zarokan û dibêjin: “Ev ziman ji dapîrên me ji me re mîrat maye û ew ê ji me jî, ji bo zarokê me wekî mîrat bimîne.”
Gelo ma ew dayîkê me yî pîroz, ew qas fedakarî kirine û he jî dikin ji bona ev ziman hinda nebe, ma mafê wa tine ku em bi Kurdî bifikrin, bi Kurdî bi axifin, bi Kurdî binivîsin û bi Kurdî xwe pêşve bibin. Ji bona rûyê wan bikene û ew şa bibin.
Berî ku ez vê nivîsa xwe yî bi Kurdî ya yekemîn bi dawî bikim; eger di nivisa min de çewtî hebin ez leborîna xwe ji dayîkên me dixwazim û ji bona vî zimanê şêrîn û bedew ew ê ku kar û bar kirine û ev ziman anîne vê rojê, ez spasiya xwe û minetdariya xwe ji wan re dişînim.
Ez dixwazim nivîsa xwe bi wesiyeta Bediuzzaman Mela Saidê Kurdî ku ji gelê Kurd re kiriye bi dawî bikim:
 
Xwendin, xwendin, xwendin…
Hevgirtin, hevgirtin, hevgirtin… (Yekîtî, tifaq)