BUGÜN DE BİRAZ ŞİİR DİYELİM
ÎRO JÎ ÇENDEK HELBEST Jİ MÊJİYÊ DÎROKÊ
 
Baba Tahirê Uryan
Ku dil dîlber be, nexwe dîlber kî ye
Eger dîlber dil be, navê dil çi ye
Ez dil û dîlber tevlihev dibînim
Nizanim ku dil ki û dîlber kî ye
 
CEGERXWİN
Di govenda me de her kes bi dilşdî bike dîlan  
Li şûna hêstirên çavan     xuşîn bên co û cobar e    
Ev e soza min û dîlber eger bimrim div ê rê de   
Ji vê dinya xweş û şêrîn Cegerxwîn jî ne bêpar e 
 
DILDAR
Şîrê hemû germahiya laşê min mişt
Berê min lİ fîrmisk Û hêstirên çavan e
Û ez laşê xwe bi ava baranê dişom
Yan ji di cihê şîrîniya jiyanê de ez
 Talîtiya feqÎri û nedariyê(desteng) dikşînim
 
ELÎ HERÎRÎ
Were ey şahide şêrîn
Ji eşqa te dil ex şîrîn
Be can menzilgehê mîrîn
TelebkarÎ ke siltan têt
EHMEDÊ XANÎ
Ger dê hebûya me jî xwedanek
Alî keremek letifedenek
İlm û hûner û kemal û îz’an
Şê’r û xezel û kitêp û dîwan
Ev cins bibûya li ba wî me’meûl
Ev neqid biba li nik wî meqbûL
Min dê ‘elema kelamê mew zûn
Ali bikir li banê gerdûn
Bîmave rihê Melê Cizîrî
Pê hey bikira ElÎ herîrî
Kêfek we bida FeqiYê Tteyran
Heta bi ebed bimaya heyran
 
FEQİYÊ TEYRAN
Xwezî min sed ser hebana
Sed hezar dev pê ve bana
E w hemû li medhê te bana
Hêj jî bi wan neqşanim ez
 
HECÎ QADİRÊ KOYİ
Kurdî axir bilê çi ye eybî ?
Her kelamî heqe niye eybî
Ya legel farsî çi farqî heye?
Bo çi ew rast e, bo çi em kêmî ye?
 
 
MALAYÊ BATEYÎ
Sibh û êvarê şeva tari şemala kê yî tu
Leyletul Qedir û Berat in nûrê mala kê yî tu
Çîçeka baxê îrem ,şoxbejn û bala kê yî tu
Bo xwedê kî, bêje min kanê şepala kê yî tu
Dêm ketîb e, zulf û haşî şerhê xala kê yî tu
 
MALAYÊ CİZÎRÎ
Aşiqê nazik û mehbûban im
Tu mebîn bê ser û bê seman im
Gulê baxê îremê buhtan im
Şebçiraxê şebê kuristan im
Çi tebîet beşer û însan im
Lîllahil hemd çi alîşan im
 
CELADET ELİ BEDİRXAN
Bilûra min ,binêre û bibihîze
 Roj çû ava,
Stêra êvarê bû geş…
Û pêlên ava şevên reş
Ketine deş û newalan…
Bilûra min!
Dengê xwe berde!
Dinya mîna zarokekÎ ber şîr
Ket dergûşa xwe
Dengê xwe berde bîlura min
Û jê re bilorîne
Xema wê birevîne
NALÎ ŞAREZÛRÎ
Ger bête dê serûy rewani le êrem de        
Ger nêyte derê,ahûy çîni le herem de        
Guncayiş û teskîni niye, zor ele demiya      
Ba xust î birî,xisti û mistêki le dem da          
OSMAN SEBRİ
Tu zarok bûy hingê ez hê ciwan bûm
Di têgîhanê gelek nezan bûm
Tenê rûmetê ez xistim wê rê
Baş serwext kirim hevalên çê
Ji nû min bîr Bir jîna bindestî
Ji bo gelê kurd divê serdestî
SEYDAYÊ TÎRÊJ
Ey bilbilê dilşadi hela wer bike fîxan
Derdê me giran e, ey bira birîna me kûr e
Gorî te bibin cerg û dil û mêlak û hem can
Dengê te ye xweştir ji ney û nay û bilûr e
ŞÊX EVDİREHMANÊ AXTEPİ
Ji van qesdê min nîne erzê huner          
Welê da li dunya bimîne eser               
Ku Turk û Ecem qet nebên carekê      
“Nehin (tune ne) Kurdên şa îr di misra‘ekê!”   
Bizanin ku şa ir ji Kurdan hene            
Ji uşaqên Turk û Ecem zêde ne!                      
PÎREMÊRD
Aw e ciwanekey zelm
Bo gelarêzan ser be tem û helm
Delêy serçawey bextî kurdanî
Sîrewtît niye,wê li herdanî