Türkiye; bir uygarlık yaratıp yarattığı uygarlığın dünyadaki diğer uygarlıkların hızlı dönüşümüne ayak uyduramamasından kaynaklı yıkıma uğrayan Osmanlı devletinden kalma unsurlarla kurulmuş bir ülke. Aynı zamanda uygarlıklara beşiklik etmiş kutsal Anadolu toprakları üzerinde bulunan bir ülke.
Yani anlaşılacağı gibi hem yönetim bazında hem de coğrafik anlamda değişim ve dönüşümleri yaşamış ve yaşamaya müsait bir alandan bahsediyoruz. Göç alıp uygarlık geliştiren alanların aksine sürekli nüfus değişimine uğramış olsa da Anadolu’da yerlerini terk etmeyip kendi varlıklarını sürdüren birçok kavim yaşamakta. Bu özelliklerinin bir gereği olarak da çok kültürlü bir ülke.
Uygar toplumlarda artık yok etme ve yok sayma anlayışları genel kabul görmüyor. Demokratik ve İnsan Haklarına saygılı yönetim anlayışları çerçevesinde kültürel varlıkların korunması çabası gösterilmeye çalışılıyor. Bu kapsamda yeryüzünün en kıymetli varlıklarından ve zenginliklerinden olan dillerin korunması için de büyük bir gayret sarf ediliyor. Yeryüzünde bulunduğu tahmin edilen 6 bin civarındaki konuşulan dil’in korunması için çalışmalar yürütülüyor. UNESCO’nun 2000 tarihinden bu yana büyük bir özveri ile üzerinde durduğu konulardan bir tanesi de yeryüzünde bulunan dillerin yaşatılması için çaba gösterilmesidir. Dünyada bulunan 200’ün ezerindeki devlet sınırları içinde kalan 6 bin dilin korunması gerekmektedir. Dünya ülkelerinin baskın olarak kullandıkları dil sayısı 150 dil civarındadır. Dolayısıyla bu dillerin yüzde 90’lık bir kesim tarafından kullanıldığını kabul edersek geri kalan diller kalan nüfusun %10’u tarafından kullanılmaktadır. Bu da demek oluyor ki geri kalan diller yok olma tehlikesi ile karşı karşıya bulunmaktadır.
21 Şubat Dünya Dil Günü münasebetiyle KURDÎ DER tarafından da bir etkinlik düzenleniyor. Yılmaz Güney Sinema Salonunda yapılacak etkinlikle konu hakkında bilgilendirmeler yapılacak. Günün anlamı nedeniyle biz de yazımızın geri kalan bölümünü Kürtçe olarak yazalım dedik. Şimdi de dil ile ilgili düşüncelerimizi ana dilde aktaralım;
Mirov di serî de kare ji xwe bipirse;
Gelo xwedî lê derketina zimanê dayikê ji bo çi pewîste?
Bi rastî mirov kare li ser çend milan ve beşê bişopîne.
Ji aliyê olî ve
Ji aliyê nijadperestî ve
Ji aliyê welatparêziyê ve
Ji aliyê mirovatiyê ve
Ji aliyê heq û edaletê ve û hwd.
Ji xwe tê zanin ku dayik sedema hebûnê ye. Tiştê ku pêve giredayîbin jî ji ber tekiliya dayikê pewistin û pîrozin. Ji aliyê Olî an jî dîn ve te qebûl kirin ku Rebil Alemin her qewmekî bi rengekî afirandiye. Ev reng jî divê ku bibin sedema naskirin û parvekirinê. Lê ku mirov li pratîka jiyanê dinêre tu oldarekî ku heta niha mafên birayê xweyê olî bi rihetî dabê, xwiya nake. Dev ji dayinê berdin ku qewmê din ne pelçikandibe ew jî başe. Em karin mînak ji biratiya Erep,Faris,Türk û Kurdan bidin. Her çiqa ku ol a îslamê rêya rast nîşandabe jî endamê wê vê rastiyê nepejirandine. Ji ber vê sedemê zimanê kurdan ên zikmakî qels maye.
Ji aliyên din ve jî hal û ehwal ne cuda ye. Gelê ku baweriyeke wî hebe divê ku çi ji xwera bixwaze ji cinarê xwera ji maf bibîne. Lê ku nijatperestî bi dîtina Hîtler be, wê deme her tişt berovacî dibe. Qewmê serdest xwediyê her mafî yên bindest jî bê maf e! Ziman,Çand,Huner û kevneşopiya qewmê din di ber çav de nayê derbaskirin û zilm û zordarî didome.
Je aliyê welatparêzî û mirovatiyê ve jî rewş heman tiştî nîşanî mirov dide. Navê pergalê biguhire jî rastî û pratikên wan naguhirin û maf pelçikandin didomin.
Piştî van tiştan tiştên ku mirov li hemberê rû bi rû dimîne Hêz û Heq e.
Ku mirov li pergala jiyanê û dewletên serdest dinêre ev her du beş rêbazekê nîşandidin. Di teoriyê de her çiqa tiştên din bên gotin jî tiştên bingeh tê li van her du beşa di eliqe. Tê gotin; "Ku tu bi hêz bî xwedî heq û maf î jî." Lê ku tu ne bi hêz bî,ne heq heye ne jî maf! Dinav vê z"irnezokê de tiştên ku kare mêzînê bigre edalet e. Lê mixabin edalet jî bê hêz nikare rastiyê bîne holê.
Em piştî van gotinan karin werin ser pirsa xwe ya jorê. Xwedî derketina li zimanê dayikê ji ber ku mafekî xwezayî û heqekî bingehiye pewiste ku mirov xwedî lê derkeve. Ev xwedî lê derketin ne bitenê ji bo zimanê me yên bi rûmet Kurdî tenê, ji bo temamê zimanê zikmakî pewiste.
Ku hêz û qeweta mirov tune be mirov zimanekî bide jîyandin divê ku mirov ji bo mirina wî zimanî ji bêdeng nemîne. Mixabin bêdengiya li ber kuştina zimanan qetleka tomarî û komkujî tê hesibandin.
Zimanzan dibêjin ku niha li ser rûyê dinyayê nezikî 6 hezar ziman hene û piştî çend salan wê pirê van zimanan werin jibîrkirin û wê bimrin. Ku ziman zîndî nînbin mirina wan jî ji rêzê ye. Ji bo ku zimanê me yên zikmakî hunda nebe,nemirê û dewlemend bibe pewiste ku em li ser bixebitin û pêşvebixin. Netewetî bê ziman nayê parastin.21ê Sibatî li cîhanê roja zimanê zikmakî ye. Li temamî gela pîroz be.