EŞBAŞKANLARDAN KÜRTÇE MESAJ

Êzîdi inancında büyük bir yere sahip olan Çarşema Sor bayramını, Batman Belediyesi Eşbaşkanları Kürtçe mesajla kutladı. Akel ve Özdemir’in mesajında şöyle denildi: “Her gel, her netew, her civak li ser stûnê bawerî û çanda xwe mezin dibe. Ev çand jî jê re dibe kûrtirîn hafizeya ku cihêrengiya xwe pê ava bike. Di nav gelê kurdistanê de jî bîr û baweriyên ku bûne sedema hebûn û zindîbûna wî gelek in. Ji van yek jê Cejna Çarşema Sor e, xwedî wateyeke girîng e, ji ber ku di vê rojê de, dinya bi rengê xwe yê biharîn û rengîn kemiliye, bûye roja ronahiyê. Hemû rengên xwezayê bi hevre ne, jiyan tişteke pîroz e, kuştinê û gunehan qedexe dike, hevdu bexşandinê fêr dike, biratî û aştiyê raber dike ku em hemû bi vî rengî bijîn. Em weke kurd bi van bîr û baweriyên xwe ve, her wextî van hestên xwe diparêzin û ji bo aştiyeke mayinde, jiyaneke bi rûmet têdikoşin. Em hêvî dikin ku cejna Çarşema Sor bibe wesileya aramî û aştiyê û gelê mey ê Êzîdî li ser axa bav û kalên xwe vê cejnê bi hemû gelê xwe re pîroz bike.”